Civak

Serokê Kurdistanê sersaxiyê li malbata Seîd Gabarî kir

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya hunermendê navdarê Kurdistanê, xwedê jêrazî Seîd Gabarî gihîşt min. Bi vê helkefta xemgîn pirse û sersaxiyê li malbat, kesukar, dost û hevalên wî dikim û hevsoz û hevxemên wanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şad bike û hedarê bide hemû aliyek.

Hunermend Seîd Gabarî dengekî bi soz û resenê Kurdî ye û çendîn salên dûr û dirêj, xizmeta stran û muzîka Kurdî kiriye. Li serdema şoreşê da çendîn sirûd û stranên bi xweşî û coşiyê ji bo xebat û Pêşmergeyan straye. Arşîvekî dewlemendê muzik û stranê li pey xwe de bi cîh hişt. Bi kar û berhem û bîranînên xwe wekî hunermendekî jêhatî, herdem bi zîndî dimîne.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04/05/2020

Back to top button