Serokê Kurdistanê serdana Parlemena Kurdistanê kir
Îro pênçşem 03.07.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta pîrozbahîkirina xula nû ya Parlemen û her wiha nirxandina rewşa siyasiya Iraq û Kurdistanê û hengavên Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûna pêşhatan û xwe sazkirina Herêma Kurdistanê ya ji bo referandumê serdana Parlemena Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê Parlemen û Cîgirê Serokê Parlemen û Sekreterê Parlemena Kurdistanê ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Di destpêka vê serdanê da Serok Barzanî li gel Desteya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê civiya û Desteya Serokayetiya Parlemenê Serok Barzanî ji wan raport û amadekariyan agahdar kir ku ji aliyê Parlemena Kurdistanê ve di derbarê rewşa hêzên Pêşmerge û rewşa siyasiya nû ya Iraqê xistine rû.
Piştî wê civînê Serok Barzanî bi amadebûna Serok û Cîgir û Sekreterê Parlemena Kurdistanê li gel hemû Serok Fraksiyonên li nav Parlemena Kurdistanê civiya. Li vê rûniştinê de di derbarê rewşa hêzên Pêşmerge û rewşa siyasî û emniya Iraqê û rûdawên vê dawiyê ya Musil û her wiha helwesta siyasiya Herêmê ya di derbarê rewşa nû û referandumê ya ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê û her wiha pêwîstiya yekrêziya aliyan gotarek pêşkêş kir û paşê jî Serokê Fraksiyonên Parlemen dîtin û têbînî û pirsiyarên xwe yên di derbarê qeyran û eger û pêşhatan pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Piştî dawî hatina civîna Serok Barzanî ya li gel Serokê Fraksiyonên Parlemena Kurdistanê birêz Serokê Herêma Kurdistanê li hola Parlemena Kurdistanê amade bû û gotarek pêşkêş kir.
Li vê gotarê de Serok Barzanî ji bo xula nû ya Parlemena Kurdistanê pîrozbahiyê li endam û Fraksiyonan û Desteya Serokayetiya Parlemenê kir û eve jî ragihand ku xelkê Kurdistanê hêviyeke mezin ji vê xula Parlemenê heye ku li çavdêrîkirin û danîna yasayan de xulekî çalak bê. Serok Barzanî di derbarê rola Parlemena Kurdistanê ya li çarenûsa welat de balkişand li ser wê yekê ku Parlemen merce’ê yek alîkere ji bo pirsên çarenûssazan. Serok Barzanî li gotara xwe de behsa rewşa siyasiya Iraqê û qeyrana vê dawiyê kir û balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan deh salan hewlda proseya siyasî û demokrasî û pêkvejiyanê li Iraqê da serbikevê lê belê binpêkirina destûr û hizra takrewî û xwesepandin û îhmalkirinê nehişt ev hewldan li ser bigrin û Iraq gihîşt vê roja ku niha dibînin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku Kurdistan bi tu awayekî nebûye sedema vê rewşa niha ya Iraqê û ewên ku destê wan hebûye divê berpirsiyariyê hilbigrin. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku niha derfeteke gelek baş pêkhatiye ku Kurdistan bi xwe biryarê li çarenûsa xwe bide û ew maf jî destûriye û destûra Iraqê rê daye Kurdistan çarenûsa xwe diyar bike ji ber ku li destûrê da hatiye pabendbûna vê destûrê yekperçeyî ya Iraqê diparêze. Serok Barzanî li gotarek de daxwaz ji Parlemena Kurdistanê kir ku li pesendkirina yasaya komîsyona hilbijartinê de lezê bikin û rapirsiya li Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem Desteya Bilinda Komîsyona Hilbijartinê dabimezrê û her wiha Parlemena Kurdistanê xwe ji bo wan rêwşuwênan amade bike ku referanduma diyarkirina çarenûsê pêwîste.
Serok Barzanî spasiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasiyan jî kir û ji bo daxwazên rewayên gelê Kurd bi palpiştiyeke mezin da zanîn. Li dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî spasiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku li bereyên rûbirûbûna neyaran û terorîstan dane û hêviya paşarojeke geş jî ji bo gelê Kurdistanê xwest.