Berî nîvroya îro dûşem 01.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Salar Ebdulstar Mihemed Wezîrê Dad ya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa desthilata dadwerî ya li Iraqê û karê Wezareta Dadwerî û sazî û damezraweyên wî warî de hate nirxandin û tekez li ser girîngî û pêwîstiya parastina serweriya yasa û serbixweyî ya desthilata dadwerî û dadgehan kirin.
Pêwîstiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên her du Wezareta Dad li Iraq û Herêma Kurdistanê û mekanîzma wan hevkariyan û çawayiya hemahengiya di navbera wan, kêşeyên yasayî bi taybetî yên di derbarê mulkdarî û xwedîtiya li navçeyên maddeya 140 ya destûr û sûdwergirtina Wezareta Dad ya Herêma Kurdistanê li xul û rahênanên Wezareta Dad ya Iraqê, çend mijareke dinê hevdîtinê bûn.