Serokê Kurdistanê pêşwaziya hevserokên KCD û BDP-ê kir
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li berpirsên KCD û BDP-ê kir.
Serok Barzanî îro li Stanbulê civînek li gel hevserokên KCK-ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û hevserokên BDP Selahatin Demirtaş û Gulten Kişinak pêkanî.
Barzanî li Qesra Çiragan pêşwazî li hevserokên KCD û BDP-ê kir û hevdîtina wan kasî seetek û nîv berdewam kir.
Di kasi agahdariyên gihane me, di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û buyerên vê dawî pêkhatî hatiye kirin. Serokê Kurdistanê daye xuyakirin ku ew bi hemî awayî pişgiriya destxistina mafên kurdên Bakur dikin û di vê derbarê de tişta bê milê wan jî wê bikin. Serok dayê xuyakirin ku divê hertişt bi rêya diyalogê pêkwerê û ev şerê heyî bête sekinandin.
Berpirsên KCD û BDP-ê ji Barzanî xwestineku, ew bi awayek bi hêz ji bo çareseriyekî aşitiyane hewlbide. Serokê Kurdistanê vekirî daye xuyakirin ku, “ Ez ji bo şer mezin nebê û ji bo lêgerina aşitiyê li Tirkiyem e. Wê hewldanên min bidomin.“
Wek din Serokê Kurdistanê got: Ez di wê baweriyê de me ku tenê riyek a çareseriyê ya pirsgirêka kurd heye, ew jî riya aşitî û diyalogê ye.”
Rojevakurd