PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê pêşwaziya balyozê Brîtanya kir

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hickey civiya û tekez kir ku çareserkirina yekcarî ya pirsgirêkên li gel Bexdayê li ser bingeha destûrê, “kilîla aramî û seqamgiriya niha û pêşerojê ya Iraqê ye.” Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê her îro li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civîna îro de ku li Hewlêrê birêve çû, “Pêşxistina peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, rola civaka navdewletî di alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de, alîkariya Brîtanyayê bo bihêzkirina sazî û proseya çaksaziyê li Iraq û Herêma Kurdistanê, dawîn pêngavên giftûgoya Hewlêr û Bexdayê, pirsa budce û pişka Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya herêmê, rêkeftina Şingalê, metirsiyên teror û serhildana DAIŞê, hilbijartinên bên ên Iraqê û pêşbîniya nexşeya siyasî ya piştî hilbijartinan, hatin gotûbêjkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekezî li ser amadebûn û daxwaza Herêma Kurdistanê kir ji bo çareserkirina yekcarî ya hemû pirsgirêkên li gel Bexdayê li ser bingeha destûr û girîngiya cêgîrbûna sîstema federalî û amaje bi wê jî kir ku “çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federal a Iraqê, kilîla aramî û seqamgiriya niha û dahatû ya Iraqê ye.”

Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton di civînê de amade bû û di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Herdû alî hevra bûn li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û gihîştiya Hewlêr û Bexdayê bi rêkeftin û çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha Balyozê Brîtanyayê amadebûna welatê xwe bo berdewamiya hevbeşî û piştgiriya li Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.”

Back to top button