Serokê Kurdistanê li Kuweyt e
Piştî nîvroya îro şemî 13.06.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel gihîştin welatê Kuweytê û li Firokxaneya Navdewletiya Kuweytê, ji aliyê birêz Şêx Sebah Xalid Ehmed El Sebah Cîgirê Yekemê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Kuweytê ve hatin pêşwazî kirin.Hêjayî gotinêye her îro şemî 13.06.2015 Serok Barzanî, li gel rêzdar Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek şêwirmend li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ve li ser vexwendineke fermî berev welatên Kuweyt û Îmarata Yekgirtiya Erebî birêket û biryare li gel berpirsên bilindên wan dû welatan civînan li darbixe.