Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel şandekî YNK civiya

Berî nîvroya îro yekşem 11.05.2014 li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandekî bilinda Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê kir.

Li kombûnek da ku bi amadebûna Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê birêveçû, behsa rewşa Kurdistan û Iraq û navçeyê bi giştî kirin û pêvajoya hilbijartinên 30 ê nîsana 2014 ê Iraqê û Herêma Kurdistanê û paşaroja siyasiya Iraqê ya piştî hilbijartinan hate nirxandin.

Li vê kombûnê da ku li rewşeke gelek erênî û dostane da birêveçû, tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê beranber egerên paşaroja Iraq û pêvajoya danustandina li gel aliyên Iraqiyan yekhelwest bin.

Her wiha li vê civînê de behsa birêveçûna proseya hilbijartinên 30 ê nîsana 2014  ya li Herêma Kurdistanê kirin û Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê kir û xweşhaliya xwe beranber pêşketina YNK li hilbijartinan da derbirî.

Di derbarê pêkanîna kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her dû alî bi hevre bûn ku pêwîste her çi zûtir kabîneya nû ya Hikûmetê bê pêkanîn û hemû hêzên serekiyên Herêmê jî beşdarî li vê kabîneyê da bikin.

Li vê kombûnê da şanda bilinda Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê xweşhaliya xwe ji bo pêşwaziya germ û kombûnê derbirî û tekez li wê yekê kirin ku YNK li çawayiya muamele kirina li gel proseya siyasiya Iraqê û danustandina li gel aliyên Iraqiyan da ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê bi pêwîst dizanê ku hemû aliyên Kurdistaniyan yekdeng û hevhelwest bin û tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste bi zûtirîn dem kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabimezrê bo ku hêzên Kurdistaniyan xwe ji bo muamelekirina li gel proseya siyasiya Iraqê amade bikin.

Mijareke dinê vê civînê taybet bû bi şêwirîn û raguhertina di derbarê kêşeyên navçeyên Kurdistaniyên derveya îdareya Herêma Kurdistanê bû. Her wiha guhertinên nû yên qada siyasiya Iraq û navçeyê hate behs kirin.

 

Back to top button