Serokê Kurdistanê li gel Partiyên Rojava civiya
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel nûner û sekreterên partiyên siyasiyên Kurdên Sûriye civiya.
Li vê kombûnê da behsa pêvajoya siyasî û pêşhatên dawî ya Rojavayê Kurdistanê kirin û beşdarvanan di derbarê baştirkirina rewşa siyasiya Kurd li Sûriye danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî ji wan êrîş û tehdîdan agahdar kirin ku bi sedema tundrewiya siyasiya li Rojavayê Kurdistanê tê holê.
Her wiha nûnerên Partiyên Kurdên Sûriye daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku serpereştiya çareserkirina kêşeyan bike û Rojavaya Kurdistanê ji êrîş û tehdîdan biparêzê.
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz ji hemû aliyê Kurdên Sûriye kir ku giriftên xwe çareser bikin û nêrîneke stratejîk ji bo paşaroja Rojavaya Kurdistanê hebê û got: Eger aliyê siyasiyan nêrînên xwe yên cûda jî li hinek babetan da hebê tu kêşe tûne, girîng eweye ku li rûyê stratejiyê ve hemû alî yek armanca xwe hebê eve jî serxistina daxwazên rewayên gelê Kurd li Sûriyê ye.
Li mijareke dinê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku heta dirustbûna aramî û hilbijartina azad li Rojavayê Kurdistanê mafê tu aliyek tûne bi mentiqa hêza xwe li ser cemawer da bisepênê. Her wiha amadevanên kombûnê jî ji wê yekê dilniya kir ku Herêma Kurdistanê amadeye li hemû pêvajoyek de yarmetiya xuşk û birayên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bide.