Serokê Kurdistanê li gel Dadwerên Giştî kombû
Îro 18.08.2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna birêz Dr. Berhem Ehmed Saleh Serok Wezîr, Azad Berwarî Cîgirê Serok Wezîr, Reuf Reşîd Wezîrê Dad û Azad Îzedîn Mela Fendî Şêwirmendê Yasayî yê Serokê Herêma Kurdistanê li gel dadwerên giştî kombû.
Li destpêka civînê de, Serok Barzanî bi girîngiyê ve behsa rola dawakarên giştî kir û ragihand ku karê dadwerên giştî karekî gelek pîroze, her li nûnerayetî kirina mafê giştî li Herêma Kurdistan û dakokî kirina li berjewendiyên bilindan û bilindkirina lêpirsînên giştî li dijî wan kesên ku li beramberî yasa binpêkirinê dikin û heta digihe parêzgarîkirina li samana giştî û malbat û zarok û tekîd jî kir ku dawakarên giştî dikarin bi sedema erkên xwe hevkariyeke serekî bin li rûbirûbûna gendelî û xerap bikaranîna desthilat û her wiha li proseya çaksaziyê de bikin û tekîd jî kir ku mebesta me eweye wan kiyanên xwe bikîn kiyanekî damezrayî, ji bo wê yekê bi hemû kiryarek ve hewla çalakkirina rola dawakarê giştî didîn bo ku xelk dilniya bibê ku dezgehekî yasayî heye ku bergiriyê li mafên wan dike.
Di derbarê rola yasa jî li civata me da, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku kesek ji yasa ne mezintire û pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kiryara vê diruşmê bi cîh bike û hewla berqerarkirina zêdetirê yasa û çespandina giyana yasaparêziyê bide.
Sebaret bi serbixweyiya qeza jî Serok Barzanî cext li serbixweyiya qeza û bê aliyên wê kir û ragihand ku hêza her welatek li dezgehên qezakeyêne, ji bo wê yekê divê ev dezgeh çalaktir bibê û rêz li serbixweyiya biryaran bê girtin û hemû aliyek jî berpirsê bi cîh kirina wan biryarane.
Paşê birêz Dr. Berhem Ehmed Saleh Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê li gotara xwe da, ji bo vê derfetê spasî Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku dema Serok Barzanî min û kak Azad Berwarî teklîf kir bi pêkanîna kabîneya şeşem tekîd li ser çalakkirina rola dawakarê giştî kir û ev kombûna îro jî nîşana girîngî û piştgîriya cenabê wî yê vê mijara bi bandore.
Paşê Serok û Cîgir û endamên dawakarê giştî ji bo bi rêdana karên wan çend pêşniyarekî xistin li ber Serokê Herêma Kurdistanê, wekî hemwarkirina yasaya dawakarê giştî ya hejmara (159)ê sala 1979 ê hemwarkirî û an derxistina yasayekî nû ji bo dawakarê giştî li Herêma Kurdistanê da û her wiha serbixweya dawakarê giştî li rûyê îdarî û darayiyê ve û pêdana desthilat li gor mekanîzmekî diyarîkirî ku her hemû cihê girîngîdana Serok Barzanî bûn.