Polîtîk

Serokê Kurdistanê diçe Davosê

 

Hersal di van deman de siyasetmedarên bi hêz yên cîhanê, rewşenbîr, karmend û kesayetên naskirî li Swîsre bajarokê Davosê kom dibin.

Li Davosê siyaset, ekonomî û herweha rewşa cîhanê tê gotubêj kirin. Li Davosê bingeha gelek projeyên ku çarenûsê miletan û welatên biguherê tê avakirin.

Ji bo vê yekê îsal çûyina serokê Kurdistanê ya Davosê  gelek xwedî wateye û belkî ji bo kurdan ji bo asta ku pirsa kurd gihayê destkeftiyek herî girîng e.

Bi gav avêtina Davos rolê serokê Kurdistanê yê cîhanî û herêmî bi awayekî tê tescîl kirin.

Bê goman dê rojên werin de li ser tevlîbûna Barzanî ya Civînên Davosê wê gelek bi awayên cuda  nirxandin û çiroveyên berfireh çêbibin.

Lê hêviya herî mezin ewe ku ev gavek be ber bi çûyîna guhertina statuya Kurdistanê ve be. Gevek ya mizgîniya serxwebûnê be.

Îsal ji bo Kurdan“ Forma Ekonomik ya Davosê“ gelek girînge. Dê çav û guhên Kurdan li Davosê be.

Rojeva Kurd

Back to top button