Polîtîk

Serokê Kurdistanê çû Rûsyayê

Îro çarşem 19/06/2013 Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel şandekî bilind, bi mebesta beşdarbûna li Kongreya Sant Petersborgê Aboriya Navdewletî berev Rûsya birêket û paşê jî rêzdar bi serdanekî fermî serdana Komara Romaniya dike.

Bernameya vê serdana Serok Barzanî li beşdarkirina wan li karên hevdehemîn Kongreya Sant Petersborgê Aboriya Nadvewletî ku dû roj didome û zêdetirê pênç hezar beşdar ji heştih welat têda amade dibin, çendîn hevdîtin û civîn li gel hejmarek kesayetî û berpirsên beşdar bûyî li pêkhatina vê konferansê dê li xwe bigrê.

Hêjayî gotinêye vexwendina Serok Barzanî ya ji bo beşdarbûna li vê Kongreya Aboriya Navdewletiya Sant Petersborg, nîşana girîngiya dinyaya derve ya rola Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştî li berev pêşbirina pêgeha aboriya Kurdistanê li ser asta Iraq û navçeyê û cîhanê, ku rêzdar li kanûna duyema îsal jî kesayetiyekî vexwendiyê Kongreya Aboriya Navdewletiya Davosê bû ku li Swîsre hatibû sazkirin.

Piştî dawî hatina kogreya Sant Petersborg, Serok Mesûd Barzanî bi mebesta pêşxistina pêwendiyên dû qoliyên di navbera Kurdistan û welatê Romanya û guftûgokirina çendîn pirsên pêwîst bi warê aborî û pêwendiyê hemû aliyên navbera her dû aliyan bi serdanekî fermî diçe Buxarsta paytexta Komara Romanya.

Şanda li gel Serok Barzanî ya li vê serdanê da ji rêzdar Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hêriş Muherem Serokê Desteya Veberhênanê û ji çendîn şêwirmendan pêkhatiye.

 

Back to top button