CîhanPolîtîk

Serokê Kurdistanê bala cîhanê dikşînê li ser Efrinê

Li ser rewşa Efrinê serokatiya Kurdistanê  daxûyaniyek  belav kir, Serokatiya Kurdistanê bala cîhanê kişand ser Erfrinê. Daxûyanî: Demeke dirêje bajarê Efrîn, ji aliyê rêxistinên tundrewên wekî Bereya Nusre û ewên din ve, tûşî dorpêç û gemaroyekî aborî û serbaziya tund û berfireh bûye. Hefteyeke ev gemaro tundtir bûye û bi vî awayî jî ranewestiyane û dest bi topbarana gund û bajarokên dewruberê Efrînê kirine. Eve li demek daye ku civaka navdewletî mijulî peydakirina çareseriyeke ji bo qeyrana Sûriye û ragirtina kuştinên li wî welatî.Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî şermezariya van karên nemirovane dikîn ku li xuşk û birayên me yên li Efrînê tê kirin. Li heman demî de nebûna xorek û derman gûmanên me zêdetir kirine ku hereşeyeke ciddî dixe ser jiyana niştecihên Efrînê. Ji bo wê yekê daxwazê ji civaka navdewletî û aliyên peywendîdar dikîn li asta berpirsiyaretiyên xwe da bin beranber bajarê xoregirê Efrînê û bi ciddî hewla rakirina wê gemaroyê bidin. Her wiha daxwazê ji rêxistinên xêrxwaziyên navdewletî dikîn kar ji bo gihandina pêdiviyên serekiyên jiyanê û vekirina rêyeke mirovî ya bi navê alîkarîkirina niştecihên navçeyê bikin.Bi xuşk û birayên xwe yên xweragir yên li bajarê Efrînê û dewrubera wê radigihînîn ku em li gel êş û azarên we ne û ji bo hevkarîkirina we ewê ku ji destê bê kêmasiyê nakîn.Serokayetiya Herêma Kurdistanê07/12/2015

Back to top button