Serokê Komkara Erebî destvala vegeriya
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digel serokê Komkara dewletên erebî civiya û jê re got ku biryara referendumê biryara gelê Kurdistanê ye û bi tu awayî nahê paxistin û li gor amadekariyan dê di roja 25.09.2017ê de bê encam dan.Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, roja 09.09.2017ê li Hewlêrê, digel Ehmed Ebuxety emîndarê giştiyê Komkara dewletên erebî civiya û çend pirsên herêmî û bi taybetî pirsa referenduma serxwebûna Kurdistanê gotûbêj kirin.Di civînê de ku, hemû endamên Komîteya Balaya referendumê amade bûn, Serok Barzanî ji serokê Komkara dewletên erebî re got ku, Biryara referendûmê ne biryara yek şexsî ye ku bi hêsanî bê paşxistin, lê ew biryar biryara xelik û hêzên siyasiyên Kurdistanê ye. Di dîroka hevbeşa Kurdistan û Îraqê de gelek êş, azar û karesat bi ser gelê Kurdistanê de hatine û di wê dîroka hevbeş de şeraket nehat bi cî kirin, tewafiq, destûr û rêkeftin hatin bin pê kirin û ji ber van sedeman bawerî di navbera Herêma Kurdistan û Îraqê de nemaye û gelê Kurdistanê biryara referenduma serxwebûnê daye û referendum jî di dema xwe ya diyarkirî de bê encam dan. Gelê Kurdistanê bi rêyên aşitî û diyalogê mafên xwe misoger bike.Li gor malpera fermiya serokatiya Herêma Kurdistanê, Ehmed Ebuxeyt dilgiraniya xwe li hember encamdana referendumê nîşan daye û daxwaz ji serok Barzanî kiriye ew referendum ji bo demekê bê paşxistin û li jêr çavdêriya Komkara Erebî û Neteweyên Yekgirtî Bexda û Hewlêr pirsgirêkên xwe çareser bikin.