Cîhan
Serokê Îstixbarata Herêma Loristanê hat kujtin
Li Îranê piştî mirina Serokkomar Îbrahîm Reîsî sûîqestek sosret pêk hat. Şefê Îstixbarata Herêma Loristanê ya Îranê Huseyîn Rehîmî nîvê şevê ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin û hat kujtin.
Li gor hatize ragihandin, piştî kujtinê daxuyaniyek fermî nehatize dayîn, hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê di derbarê kujtina Rehîmî de lêpirsînek berfireh dimeşînin.