PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew Markfarlane û şandeke pê re kir.

Di civînê de proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge, yekrêzî û rêkxistina Pêşmerge, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wê hatin gotûbêjkirin û derbarê çawaniya çareser kirina wan de nêrînên xwe dîyar kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku pirosesa yekrêzî û yekgirtina Pêşmerge û çaksaziya Wezareta Pêşmerge li gor bernameya ku ji bo wê hatiye danîn, bi awayekî baş nehatiye cîbicîkirin û di vê derbarê de çend têbînî hatin kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku tevî hemû pirsgirêk û astengiyan hemû hewlên xwe bo serxistina proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge berdewam dikin û spasiya rol û cesareta Amerîka jî bo serkeftina proseyê kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din ên ku her du alî ne, hatin gotûbêjkirin.

Back to top button