Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas, ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî serxweşî li Nêçîrvan Barzanî re rêkir.
Ev peyama mehmuûd Ebas e:
Cenabê birayê me serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwedê we biparêze
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Serxweşiya herî germ û bi birayane pêşkeşî cenabê we û bi rêya cenabê we jî pêşkeşî malbata we ya camêr dikim, ji ber koça dawî ya xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanî yê birayê we. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim bixe ber dilovaniya xwe û bi biheşta berîn şad bike û we, gel û welatê we jî di bin siya xêr û aştiyê de biparêze.
Tîkaye soz û hevxemiya me qebûl kerembikin.
Mehmûd Ebas
Serokê dewleta Filîstînê
Serokê lijneya cîhbicikar a rêxistina rizgariya Filîstînê
Ramalla 5ê Nîsanê 2018.