Serokê Dozgeriya Giştîya Kurdistanê sûnda yasayî dixwe
Bi biryara Civata Dadweriyê ya jimare 24 ya roja11.04.2018ê ku taybete bi kandîdkirina Azad Hesen Ehmed ji cîgirê serokê dozgerê giştî ji bo posta serokê dozgerê giştî û li gor hukimê madeya 10 benda şazde ji yasaya serokatiya Herêma Kurdistan-Îraq ya jimare 1 a sala 2015ê û piştbestin bi wan desthilatên bi Civata Dadweriya Herêma Kurdistanê hatîne dan li gor hukimê madeya 1 benda carê a sala 2017ê ( Yasaya dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê bi ser saziyên destûriyên Herêma Kurdistanê de) biryar hat dan ku, hakim Azad Hesen Ehmed weke serokê dozgeriya giştiya Herêma Kurdistanê bê damezrandin.Ji bona bicîkirina vê biryarê, roja duşemê 28.05.2018ê li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê, hakim Bengîn serokê Civata Dadweriyê bi wekalet û Sînan Çelebî wezîrî edaletê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, di merasimekê de hakim Azad Hesen Ehmed weke deozgerê giştî li pêş serokwezîr sûnda yasayî xwar.Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Azad Hesen kir û hêvî xwest ku ew di kar û xebatên xwe de serkeftî be.