Civak

Serokê Dadgeha Federalî: Divê mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê bên şandin

Serokê Dîwana Bilind a Federal a Iraqê di hevdîtina xwe ya li gel Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd de got: “Em teqeziyê li ser pêkanîna biryarên xwe yên di derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dikin “.

Serokê Dadgeha Federal Casim Muhammed, diyar kir ku heta pêvajoya bankîngê pêk neyê divê şandina pereyên xebatkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê) dewam bike.

Casım Muhammed got: “Li gor rêkarên Wezareta Darayî ya Iraqê, proseya bankîngkirinê wext digire”.

Serokê Dadgeha Federal Muhammed diyar kir ku ji bo rakirina astengiyên li pêşiya biryara karmendan ya vekirina hesabên bankê ewê bi Serok Reşîd û Wezareta Darayî re di nava peywendiyê de bin.

Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd helwesta xwe li ser biryara Dadgeha Federalî ya di derbarê mûçeyên Herêma Kurdistanê de ragihand.

Wî amaje bi wê yekê kir ku birêkûpêkkirina hatûçûnên bazirganî yên di navbera sînorên Herêma Kurdistanê û parêzgehên wê de û danîna siyaseta diravî di bin desthilata federalî de ye.

Back to top button