Polîtîk

Serokayetiya Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember rûdawên bajarê Şirnaxê derbirî

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Li tixûb û sînorê parêzgeha Şirnaxê û bi sedema bombebarana balafirên cengiyên Tirkiyê hejmarek welatiyên sîvîlên Kurd bûne qurbanî. 

Ev di demek de dilgiraniya xwe li hember wê bûyera diltezîn radigihînin û heman demî de tekez li ser helwêstên xwe dikîn ku çend zutir rewş bi rêya aştî û siyasî bête çareserkirin baştire ji bo ku êdî xelkê sivîl û medenî rastî wê ziyana ku rûdayî nebin. Ji ber wê careke din daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê û PKK dikîn çareseriya vê rewşê de rêya guftûgo û diyalogê hilbijêrin, ji ber ku tu pirsgirêkek bi şer nayê çareser kirin. 

 

Her bi wê helkefta diltezîn sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê dikîn û ji xwedayê mezin jî hêvîdarîn ku cihê qurbaniyan bihûşta xwe ya fireh şad bike. 

 

Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê 

29.12.2011

 

Back to top button