Di salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de, Parlamentoya Kurdistanê di rewrismekî de, rêz li giyanê şehîdan ê pak girt û pênc xulekên bêdeng rawestiya.

Hevdem jî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê jî peyamek bi vê boneya xemgîn belav kir û tê de ragihand, “Îro 34 sal di ser kîmyabaran û komkujiya bajarê Helebceyê ku ti carî nayê jibîrkirin û rojmêra gelê me de birînek e û derman nabe û di wîjdana her Kurdekî de azareke kûr e ku ne tenê li hemberê gelê me ye, lê belê tawanek li hember mirovatiyê ye wek Hîroşîma û Nakazakî û Holokost e.”

Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Di vê boneya xemgîn de, em careke din encamderên vê tawana mezin riswa û şermezar dikin û daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yên cîhnî dikin, vê tawana li dijî mirovahiyê wek jenosayd binasin, ji bo li ti cihekî din ê vê cîhanê de careke din tawanên bi vî awayî dubare nebin û gelê Kurdistanê jî ji her gefeke ji vê cureyê biparêzin.

Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, di çarçoveya berpirsyariya wê de, biryara Helebce wek Paytexta Aştiyê li Herêma Kurdistanê pesend kir û li ber ronahiya wê yasayê, îro Helebce bûye parêzgeh û xwedî nasnameya Paytextê Aştiyê ye.

Parlamentoya Kurdistanê got jî, pêwîst e Hikûmeta Federal jî kar bi madeya 132 a destûrê Iraqê û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan bike, ji bo malbat û kesûkarên şehîdan û qurbaniyên Helebceyê qerebû bike.

Herwiha daxwaz ji Encûmena Nûneran a Iraqê jî kir, yasayeke taybet bi jenosaydnasandina gelê Kurdistanê derbike û tê de mafê malbatên şehîdan û qurbaniyan bê çespandin, ji bo ji aliyê madî û manewî ve bêne qerebûkirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: