CivakRojev

Serokatiya Kurdistanê êrîşa li ser balyozxaneya DYA şermezar dike!

Êrîşa terorîstiya îşev ya li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexda şermezar dikîn. Dûbarebûn û berdewamiya wan cûre êrîşên li ser şandên dîplomasî û nûnerayetiya welatan, dijî berjewendiyên Iraq û serweriya welatin. Her wiha dijî yasaya navdewletîne û encamên xerap jê derdikeve, peywendiyên Iraqê jî li gel welatan dixe metirsiyekî rastîn.

Erkê Hikûmeta Iraqe ku asayîş û selametiya şandên dîplomasiyên welatan û ser û malê welatiyan biparêzê û hemû rêkareke pêwîst li ber bigrê bo ku ew êrîş dûbare nebin û encamderên wê bêne peyda kirin da ku bidin dadgehê û wan bi sizayên xwe bigihînin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

20.12.2020

Back to top button