Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî Cêgrê Serokwezîr tevî her sê Parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê civiyan. Di civînê de ku Wezîrê Navxo û hijmarek berpiris û şêwrmend amade bibûn, kurtiyek derbarê kirîza darayi û sedem û encamên wê li ser rewşa darayi û abûrî û civakî a Herêma Kurdistanê, herwiha giringî a têgehiştin ji vê rewşê hate pêşkêşkirin û ji bo vê yekê jî pêdagrî li ser yekêtî û yekrîzî a aliyên siyasî ji bo serketina hewlên Hikûmetê bo çaresrkirina qeyrana darayi û alîkarî û hevahengî navbera tevaya aliyan hatekirin. Di civînê de bi hûrî behsê dahata navxoyi a Parêzgehan û çawaniya rêsxistin û parvekirina dadperwerane bo Parîzgehan hatekirin. Herweha behsê şorkirina deshilatan bo Parêzgehan û Serokên Yekeyên Kargêrî bo kêmkirina rotîn û baştir rêvebirina karê rojane hate kirin, bi awayekê ku Parêzgeh û Qeza û Nahiye bikarin parek ji dahata navxoyi bo xizmet kirina giştî xerc bikin.Her di vê civînê de Komîteya Bilind a Darayi a Encumena Wezîran kurtiyek derbarê pêşniyaz û data û zanyarî derbarê rewşa darayi, bi taybetî dabînkirina mûçe bo Parêzgehan pêşkeş kir. Bo vê yekê jî biryar hate dan Parêzgarên Herêma Kurdistanî beşdarê kombûna roja çarşeme a Encumena Eezîran bibin. Di civîna Serokatî a Hikûmetê tevî Parêzgarên Herêmê behsê rêxsitna bazar hatekirin, bi awayekê ku erkê ser mêlê karmendan ji ber paşketina mûçe kêm bike û nirxê kala û pêwîstyên rojane wek xwarin û kalayên din û kirê a xaniyan û nirxê norîngehan bihê rêxistin. Bo vê yekê jî biryar hate dan heftiya li pêş civînek bi amade bûna Çavdêrî a Bazirganî û Odeyên Bazirganî û Pîşesazî û Sendîka û Komeleyên pîşeyi bihê sazkirin.Parêzgarê Helebce ku ji bo kombûnê hatbû banghêşt kirin, lê ji ber mijûl bûn bi karên xwe nekarî beşdarê cvînê bibe û daxwaza lêbihurînê kir.
Pêş
29/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir
28/06/2025
Şêx Seîd Îslam û Kurdistan
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rapirsîna herî dawê: CHP: %32.8 AKP:%28.227/06/2025