Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, li ser çewaniya çareserkirina pirsgirêkên başûrê Kurdistanê peyamek da û di peyama xwe de nexşerêya çaresekirina pirsgirêk û nakokiyên navxweyî başûrê Kurdistanê diyar dike.Serok Barzanî dibêje çareseriya kirîza siyasî li başûrê Kurdistanê bi vî awayê li jêr dibe:1- Hemû partî li hev bicivin, danûstanidnan bikin 2- Parlamentoya Kurdistanê bê aktîvkirin û serokatiyeke nû ji bo parlamentoyê bê hilbijartin.3- Çênabe yên ku bûne sedem û çavkniya kirîzan careke din serokatiya parlamnetoyê werbigirin.4- Hemû partî li ser wê li hev bikin ku hikûmetek nû ava bikin5- Hemû partî li ser kesekî li hev bikin ku heta dema hilbijartinan posta serokatiya herêma Kurdistanê werbigire.Serokê Kurdistanê dibêje ku ew baş dizane bajarê Silêmaniyê di bin terora fikîr de ye û divê ew terora fikirî li ser bajarê Silêmaniyê bi rakirin. Ew bajarê ku hemû deman li hember gefên zalim û dagîrkeran li berxwe daye û xurtên bajêr amade bûn bi zîndî bên binaxa kirin lê amadenebûn gotinên qirêj bi hêmayên gelê Kurdistanê bêjên. Ev li jêr teksta peyama serok Barzanî:Bi navê xwedayê mezin û dilovanDi van çend rojên derbasbûyî de hejmarek birêzên siyasî, kulturî û akademî peywendiyê bi min re kirin û dibêjin raya me û beşekî hemwelatiyan jî eweye ku çareseriya kirîzên Herêma Kurdistanê li cem mine û tê gotin Barzanî dikarê giriftan çareser bike.Wekî her hemwelatiyekî Kurdistanê hez dikim qeyran û kêşe nemînin û bi dawî bibin, lê belê sedema girift û kêşeyan gelekin. Beşek ji wan derekîne û peywestin bi rewşa siyasî û aborî û emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî, wekî êrîşa terorîstan û şerê Da’îş, daketina nirxa neftê, birîna budçeya Herêma Kurdistanê û ew rewşa neasayiya li encama mîhvandariya sedan hezar koçberan pêkhatiye. Beşekî dinê giriftan jî navxweyîne û vedigerin li ser gengeşeya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê.Eger çareseriya giriftên siyasiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê li cem mine, eve çendîn care min partî û hizban vexwendine ji bo civînê, lê belê ji ber hêcetên cûr bi cûr nehatine. Her wiha min daxwaz kiriye hemû partî li gel hev rûnin û çareseriya rewşê bikin, dîsan rûneniştine û milên xwe nexistine bin berpirsiyariya vê rewşê.Di derbarê çareseriya qeyrana Herêma Kurdistanê min raya xwe li vî derbarî de ragihandiye. Niha jî dûpat dikim, çareseriya qeyrana siyasiya Herêma Kurdistanê bi vî awayî tê kirin ku hemû partî bikevin nava guftûgoyê û parlemen bê çalak kirin û Serokayetiyekî nû ji bo Parlemen bê hilbijartin. Ji ber ku ji bo hemû aliyek rûne, nabê ewên ku bûne çavkaniya qeyranê dûbare Serokayetiya Parlemen li dest bigrin. Her wiha hemû partî li ser ewe rêkbikevin Hikûmetekî nû bê damezrandin û birêzek jî ji bo Serokayetiya Herêma Kurdistanê heta dema hilbijartinê bê destnîşan kirin ku ewê erkê Serokayetiya Herêmê bigre stuyê xwe û ez jî bi hemû şiyana xwe ve yarmetiya wê proseyê didim.Di derbarê nerazîbûna mamostayan û fermanberan, rêzên min ji bo daxwaz û mafên wan yê rewa heye û heqê wane daxwaza mafên xwe ji Hikûmet û aliyên peywendîdar bikin û palpiştiya wan dikim û pêwîste welatê me li xweşî û bexteweriyê da bê, lê belê bi sedema wê qeyranê û kêşeyên emnî û aborî û siyasî hatine pêş, îmkaniyat û şiyana Hikûmetê sînordar bûye. Lê belê bi wan wiha ye ku çareser heye, bila hemû alî û Hikûmet kerem bikin pêkve rûnin bi şefafiyetekî tevahî rewşê çareser bikin û hemû tiştek jî bixin rû û dawiyê bi muzayedat û şêwandina raya giştî bînin.Baş dizanim bajarê Silêmanî li bin terora fikrî daye û divê ew terora fikrî ya li ser bajarê Silêmanî bê şikandin. Ew bajarê ku her dem li bin gefa zalim û dagîrkeran de li berxwedaye û zarok û gedeyên wê amadebûn bi zîndî bêne binaxkirin, lê belê li beranber Ze’îm Sidîq serbilindane rawestan û amade nebûn qise û axaftinê bi hêmayên gelê Kurdistanê bibêjin. Eve raya mine di derbarê Silêmanî û xelkê wê yê serbilind, bila kes hewl nede rayeke din li ser xelkê vî bajarî da bisepênê.Mesûd Barzanî20.11.2016
Pêş
03/07/2025
Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin
03/07/2025
Karasu: Di nava dewletê de aliyek heye ku dixwaze pêvajoyê têk bide
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!02/07/2025