Civak

Serok: Şoreşa Gulan hilgirê peyam û armancên şoreşa mezina Eylûlê ye

Serok Barzanî bi minasebeta 42 saliya Şoreş a Gulanê peyamek ragihand. Serok dibêje:Çoreça Gulanê ispat kirk u îrada gelê Kurdistanêya xebatê qet naşke.Peyama Serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi helkefta çil û dûyemîn(42) salvegera hilpêkirina şoreşa Gulana pêşketinxwaz pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman û wan niştimanperweran dikim ku bi keda xwe westiyan û koçberiyê tam kirin û qurbaniyê dan.Şoreşa Gulan peyama xwe bi dest ve nedana gelê Kurdistanê û rabûna şoreşa rizgarîxwaziyê bû dijî sîtem û dagîrkerî û dîktatorî û plangêriya navdewletî jî ji bo ji nav birina şoreşa Kurd hate binaxkirin. Ew şoreş dirêjepêderê şoreşên pêşî û qonaxêkî girîng bû li dîroka xebata gelê me.Şoreşa Gulan hilgirê peyam û armancên şoreşa mezina Eylûl bû û yek ji qonaxên girîngên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistane. Ew şoreşe da xuyakirin ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibê lê belê îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê tu demekî neşikaye û bi nefes û tînêkî nû ve berdewam dibe ji bo gihîştina bi azadî. Ew azadî û destkeftên niha hene berhema xwîn û qurbanîdana gelê meye li şoreşa Gulan û hemû şoreşên din.Li vê salvegera pîroz da hezaran silav ji bo giyanê yekem şehîdê şoreşa Gulan şehîd Seyîd Abdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînîn û her wiha silav li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfiraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.Di vê salvegerê de piştrast dikim ku îradeya gelê Kurdistanê bihêz e û tevî hebûna plangêriyê lê belê bi îradeyekî bilindtir ji berê têdikoşê ji bo bi destxistina mafên rewa û berdewamî li peyama aştî û pêkvejiyan û pêşketinxwaziyê.Mesûd Barzanî26.06.2018” 

Balkêş e ?
Close
Back to top button