serok pêşwaziya nûnerê Trump kir
Amerika ji bo avakirina hukumeta nû ya Iraqê gelek bi çalakî kar dike. Tê zanin ku di nava Îran û amerikayê de ji bo avakirina hukumeta nû ya Iraqê de nakokiyek mezin heye.Di vê çerçşvê de, roja înê 31.08.2018 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurg Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da’îş û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr pêkhatibû.Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî û guhertinên hevkêşeyên nav proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û di derbarê rêyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.Her li vê civînê de tekez li ser pabendbûna bi prensîpên şeraketa rastî ya di navbera nûnerên pêkhatên Iraqê kirin û her dû alî jî li ser ewe hevrê bûn ku heta rast erêkirina proseya siyasiya Iraqê her dû alî li şêwirîn û peywendiyên berdewam da bin.