Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Ferîqê Yekem Osman Xanimî Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir.Li civînê de behsa qonaxa yekema proseya azadkirina Musilê û serkeftinên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kirin.Her li vê hevdîtinê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li proseya azadkirina Musilê da bilind nirxandin û piştrastiyê li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.Herweha Serok pêşwaziya Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê kir.Li hevdîtinê de qonaxa yekema proseya azad kirina Mûsilê xistin ber behs û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê li operasyonê da bilind hate nirxandin ku li sayeya wê asta bilind hemahengî û hevkariya di navbera her dû aliyan bi dest ve hatiye.Her wiha tekez kirin ku ew hemahengî û hevkarî li qonaxên pêş de jî û li hemû astan da berdewam dibe.