Serok Barzanî pêşwazî li şandeka parlementerên Iraqî û parêzgarê Selahedînê kir.
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke parlementerên Iraqî kir ku ji Dr. Quteybe El Cibûrî Serokê Lîjneya Tendirustî û Jîngehê û Musenna El Sameraî Serokê Lîjneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê û her wiha Dr. Emar Cebir El Cibûrî Parêzgarê Selahedînê pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha rewşa parêzgehên navîn yên Iraqê guftûgo hatin kirin.
Her di vê civînê de tekezî li ser berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan hate kirin.