CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Îlham Aliyev tekezî li ser pêşxistina peywendiyan dikin

Piştî bi serdaneka fermî gehiştiye Bakyê, paytextê Azerbaycanê, îro danê nîvro 18.07.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Îlham Aliyev Serokomarê Azerbaycanê ve li Koşka Komarî bi germî hat pêşwazîkirin.

Di civîneke dostane da her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê dige Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran da kirin, bi taybetî di warên aborî, bazirganî, geştyarî û enerjîyê da û derfetê weberhemanîn û sermayerazandina kompanyayên Azerbaycanî li Herêma Kurdistanê û timama Iraqê gotûbêj kirin.

Her wiha tekez li ser giringiya vekirina konsulxaneya giştî ya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê kirin ku berî niha biryar li ser hatiye dayîn û proseya vekirina wê di paşerojeke nêzîk da timam dibe ku ji bo pêşxistina peywendiyan û hevkariyê hevbeşê her du aliyan kar bike.

Her wiha dawîn tedbîr û pêngavên geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Bakûyê û ji Baku bo Bexdayê û çend navçeyên din yên Iraqê û hêsankirina dayîna vîze û pevguhertina serdan û şandên her du aliyan gotûbêj kirin.

Piştre di civîneke din da ku bi amadebûna şandên her du aliyan û bi beşdariya birêz Karmendê Balyozxaneya Iraqê li Bakûyê hat lidarxistin, kanalên peywendiyê û rêkarên ji bo şopandina mijarên hevdîtinên her du serokan hatin gotûbêjkirin û ji bo pêşxistina têkiliyan biryarên pêwîst girtin.


Back to top button