PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî û Senator Lindsey Graham rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya senatorê navdarê Amerîkî Lenzi Gram û şandeke pê re kir. Ûanda li gel Gram ji Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanoski, General John Brenan Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û ji dîplomat û berpirsên leşkerî yên Amerîkî pêk dihat.

Di hevdîtinê de rewşa Îraqê û proseya siyasî ya welat, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin giftûgo kirin ji bo çareser kirina kêşeyên di navbera wan de, rewşa Sûriyayê û pirsa Kurd li wî welatî hate nirxandin.

Herdu alî rewşa aramî û seqamgiriya herêmê û herweha şerê li dijê DAÎŞê gotubêj kirin

Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de behsa pêzanînên Herêma Kurdistanê kir û ji bo piştgirî û alîkariyên Amerîka bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasî kir. Di şerê dijî terorîstan de û tekez li ser wê yekê kir ku kilîta aramîyê çareserkirina pirsgirêkên Iraqê ye.‏

Back to top button