FlaşPolîtîk

Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin

Serok Nêçîrvan Barzani pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Durel kir.

Di civînê de têkiliyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin nîqaşkirin û li ser rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, derfetên veberhênan û bazirganiyê ji bo şîrketên Fransî li Iraq û Herêma Kurdistanê nêrîn hatin parvekirin.

Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du hikûmetên federal ên Iraq û Herêma Kurdistanê de bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûra Iraqê kirin.

Herdu aliyan her wiha li ser pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn axivîn û girîngiya parastina aştî û aramiyê li herêmê tekez kirin.

Gotûbêjkirina çend mijarên balkêş ên hevbeş aliyekî din ê civînê bû ku, Jan Brem, Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê amade bû.

Back to top button