CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Nesredîn Hewramî kir

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta wefata kesayetiyê naskirî xwedê jê razî Nesredîn Hewramî peyamek a serxweşîyê ragihand.

Peyama serok Nêçîrvan Barzanî:

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya têkoşer û niştimanperwer û kesayetiyê diyar, xwedê jêrazî Nesredîn Hewramî Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê gihîşt me.

Pirse û sersaxiyê li malbata wan ya birêz û kesukar û dost û hevalên wî dikim, hevsoz û hevxemê wanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi me hemûyan bibexşê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
17.12.2020

Back to top button