CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Dr. Saîr Abdulehed Ogistîn kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel malbata xwedê jêrazî Dr. Saîr Abdulehed Ogistîn Endamê Berê yê Parlemen û kesayetiyê diyarê bajaroka Enkawe, pirse û sersaxî û hevxemiya xwe li gel malbata xwedê jêrazî derbirî.

Rêzdar hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedarê bi kesukar û dostên wî bibexşê. Ji aliyê xwe ve malbata xwedê jêrazî spas û pêzanînên xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî.

Back to top button