Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Keir Starmer pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî ji ser hesabê xwe yê Xê Keir Starmer pîroz kir û wiha got:
“Bi navê Herêma Kurdistanê ya Îraqê pîrozbahiyê li serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Keir Starmer dikim.
Hêvî dikim hevkarî û pêwendiyên me bi serkirdeyên Brîtanyayê re berdewam bin.”
Doh Brîtanya ji bo hilbijartina kadroyên nû yên ku dê 5 salan xelkê temsîl bikin çûbû ser sindoqan.
Li Brîtanyayê Partiya Karkeran 410 kursî standin û bû desthilat. Hejmara kursiyên Partiya Mihafezekar a ku desthilat bû jî daket 131ê.