CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî rewşa wargeha Şarya pirsî

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Elî Teter Parêzgerê Dihokê rewşa wargeh û kempa Şarya pirsî ku taybete bi xûşk û birayên koçberên Êzdî û piştî nîvroya îro agireke mezin lêket û li encamê da hejmarek koçber birîndar bûn û ziyaneke zêde bi wargehê gihîşt.

Serok Nêçîrvan Barzanî amadehiya xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyek û yarmetîdana lêqewimiyan û kempê dûpat kir û aliyên peywendîdar raspard bo ku her çi pêwîste ji bo bi hanaveçûn û yarmetîdana wan bê pêşkêş kirin.

Ji aliyê xwe ve birêz Parêzgerê Dihokê spasî peywendî û bi dûvdaçûna Serok Nêçîrvan Barzanî kir û li rewşa dawî ya pêşhata lêqewimiyan û kempê û hengav û rêkarên karkirina li gel rewşê de agahdar kir.

Back to top button