Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pirsa birêz Ekrem Salih dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Liqê 22 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ekrem Salih Yada kir ku li bajarê Kalarê bi teqandina otomobîla xwe ji sûîqestekê rizgar bû.

Serok Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî û hemû hewlên kuştina siyasî şermezar kir. Rayedar lêkolînê li ser dosyayê dikin bo dîtina tawankaran û dadgehkirina wan.

Ji aliyê xwe ve, birêz Ekrem Salih jî, balkişand li ser cewherê hewla terorîstî û ziyanan, spasiya Serok ji bo xem û şopandina wî kir.

Back to top button