Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêzan Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, li bîranîna 46 saliya damezrandina YNK da, bi germî pîrozbahiyê li wan bi xwe û li rêya wan jî li Encumena Bilinda Siyasî û Berjewendî û Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetî û tevahiya kadîr û cemawer û alîgirên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê wekî hêzekî siyasiya serekî ya Kurdistanê li dîroka xebat û têkoşîna azadî û pêkanîna destkeftên gelê Kurdistanê da xwediyê roleke diyare, îro jî yek ji wan aliyane xwediyê pêgehekî bihêz û serekîne li proseya siyasî û desthilatdariya li Herêma Kurdistan û Iraqê da.
Rêzdar rol û erk û berpirsiyariya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û tevahiya alî û pêkhatên wê ya bi navê tebayî û yekrêzî û pêkveyî û parastina maf û destkeftan û niha û paşeroja gelê Kurdistanê da bi girîng û pêwîst zanî. Her wiha li vê bîranînê de silav û rêz ji bo giyanê xwedê jêrazî Serok Mam Celal şand û dûpat kir ku bi rêz û rûmetê ve bi bîr tînin.
Ji aliyê xwe ve birêzan Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê spas û pêzanînên xwe û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya ji bo peywendî û pîrozbahiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser tebayî û yekrêzî û pêkveyî ya bi navê parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê da kir.