Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kendavê kir
Îro piştî nîvro li bajarê Antalyayê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Luigi Di Maio kir.
Her du alî behsa pêşxistina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê û bihêzkirina hevkariyên di warên curbicur de û pêşhatên navçeyî û navdewletî û bandora wan li ser Iraq û Kurdistanê û navçeyên Kendavê kirin.
Her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiyê li navçeyê bi rêya pêşvebirina zimanê têgihîştinê û diyaloga aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan û nehiştina aloziyên zêdetir li navçeyê hevfikir bûn. Li ser hebûn û rola Yekîtiya Ewropayê jî hat axaftin.