
Serok Nêçîrvan Barzani bi siyasetmedarê Iraqî û Cîgirê Serokwezîrê berê Refîq el-Îsawî re civiya. Wan li ser siyaseta Iraqê û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê nîqaş kirin û li ser bandor û encamên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê nêrînên xwe parve kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya dûrxistina Iraqê ji pirsgirêkên herêmî û parastina aştî û aramiya welêt, û her weha çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de bi rêya diyalog û têgihîştinê li ser bingeha destûrê kirin. Wî destûr ji bo berjewendiya tevahiya welêt pêwîst dît.