PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kardînal Sako kir

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û Cîhanê Cardinal Louis Sako û şandeke pê re kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di civînekê de li ser paşxistina biryarnameya serokomariya Iraqê li ser Dêra Keldanî, tekezî li ser giringiya Iraq û Herêma Kurdistanê jî kir ku wek çadirekê ji bo komkirina hemû pêkhateyan û hêvî xwest ku serokomarê Iraqê di zûtirîn dem de pirsgirêkan çareser bike.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku xweşiya Iraqê ewe ku welatê hemû pêkhatan be û mafên hemû pêkhatan biparêze.

Ji aliyê xwe ve kardînal Sako xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê warê pêkve jiyan û hevpejirandinê ye û şanaziyê bi wê yekê dikin. Got jî: kêşe tu carî rê nade kar û erkên wî û dê berdewam be li ser parastina Îraqê û pêkve jiyanê

Rewşa deşta Nînowa û çend mijarên din ên girêdayî rewşa dêrê û mesîhiyan bi giştî, aliyekî din ê civînê bû. Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de amade bû.

Back to top button