Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya General Joel Vaul Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge jî amade bû, piştî pêşkêşkirina kurtejiyana kar û çalakiyên hevpeymanan li navçeyê, her du alî li ser berdewamiya metirsiya DAIŞê li Iraq û navçeyê û hevkariyên Hevpeymanan li hev kirin. Li gel artêşa Iraqê û Pêşmerge ji bo çareserkirina metirsiyê, dupat kir.

Di beşeke din ya civînê de, dawîn pêngav û pêşhatên proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du alî tekez li ser berdewamiya proseyê kirin û piştgîriya xwe bo pêngavên wê diyar kirin.

Gotûbêj kirina çend mijarên din yên girêdayî rewşa deverê û berjewendiya hevbeş, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button