Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Îro piştî nîvro Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di civînê de behsa peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê bi giştî, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navbera wan hat kirin.

Her du alî tekez li ser berdewamiya diyalogê kirin ji bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûrê û parastina mafên hemûyan. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku kilîta aramiya Iraqê lihevhatineke hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan û cîbicîkirina destûrê.

Her wiha li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya hemû partî û pêkhatan di demeke guncaw a îsal de hemfikir bûn. Balyozê Brîtanyayê hewlên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo lidarxistina hilbijartinan bilind nirxand.

Di mijareke dinê hevdîtinê de ku bi amadebûna birêz Konsulê Giştî yê Berîtanyayê li Hewlêrê hat lidarxistin, di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê û çendîn mijarên ku di berjewendiya wan de ne, nêrînên xwe danustandin.

Back to top button