PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiya​

Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir

Di hevdîtinê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê jî amade bûn, peywendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya navbera wan de hate gotubûj kirin.Herweha behsa pêwendî û pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de hate kirin. Ji aliyek din çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr babeteke din yê civînê bû. Ji aliyek din rewşa Iraq û herêma Kurdistanê û pêwendiyên li gel Tirkiyte hatin gotubêjkirin.

Serok Barzanî bi xêrhatina vê serdanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê giringiyê dide peywendiyên xwe yên ligel Tirkiyê ku di warê aborî û bazirganî de di berjewendiya hevbeş hene. Serokê herêma Kurdistanê got: Herêma Kurdistanê ti carî di hemû waran de bi taybet di rojên dijwar de piştgirî û alîkariyên Tirkiyê ji bîr nake

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekez li ser wê yekê kir ku Tirkiye giringiyeke taybet bi pêwendiyên xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û Bexda û Hewlêr jî giringiyeke taybet didin Tirkiyê . Aştî û aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û amadehiya welatê xwe jî ji bo berfirekirina têkeliyên navbera her du aliyan di hemû waran de nîşan da. Her wiha spasiya rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya di pêşxistina peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê kir

Mijareke din ya civînê jî pirsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera cîhanî ya Tirkiyê bû û di vê derbarê de nêrîn û nêrînên xwe li ser vê mijarê danustandin.

سەرۆکایەتیی هەرێمی کوردستان – عێراق

Back to top button