Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê civiya

Nêçîrvan Barzanî di kongireya asayîşa Munichê de, di hevdîtinekê de li gel xanim Slest Wallder alîkara wezîrê berevaniya Amerîka di karûbarên asayîşa navdewletî de rewşa asayîşa Iraq û herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Xatûn Wallinder  tekez kir ku, dê arikarî û pişgiriya DYA ji bo Iraq û Kurdistanê berdewam be. Dê di çerçoveya li hevkariya stratejik de hemû arîkariya pêwîst bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo şerê dijî terorîstan kir û berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji bo serkeftina proseya çaksaziyê di wezaretê de û rêkxistina Pêşmerge bi pêwîst û giring nirxand.

Her li vê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û giringiya karkirina bi hev re ji bo parastina aştî û aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê û çendîn mijarên berjewendiya hevbeş hat gotûbêjkirin.

Back to top button