Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyên Duhokê dike

Serokê Herêma Kurdistana Nêçirvan Barzanî bi rêya telefonê pêwendî li gel malabatên ku di êrîşa hovane ya li ser rêya Mêrdînê de rûdayî û di emcam de jiyana xe ji dest dayîn re. danî. Barzanî da xûyakirin ku heta kesên tawanbar bêne tesbît kirin û darazandin, ewe bi rêya rayadarên Tirkiye vê pirsê bişopîne.

Barzanî bi telefonê bi malbatên 5 welatiyên Dihokê yên li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane re axivî. Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên wan kesên ku di wê bûyera diltezîn de canê xwe ji dest dane, xwest û rehma Xwedê jî ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane, xwest.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê; Serok Nêçîrvan Barzanî ji her du malbatan re got ku em dilniya bin ku ew dê berdewam bin li ser şopandina berpirsên pêwendîdar ên Tirkiyê heta ku tawanbar li pêş dadgeha dadwerî bên dîtin û cezakirin.

Malbatên qurbaniyan jî spasiya Barzanî kirin ku hevxemiya wan bû û êşên wan parve kir û daxwaz ji wan kirin ku li ser hewlên xwe yên ji bo dîtina tawankaran û sizakirina wan berdewam bin.

Back to top button