CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser Binkeya Eynulesed şermezar kir

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê êrîşa li ser bingehê Amerîkî peyamek da.

PEYAM:

Gelek bi tundî wê êrîşa mûşekiyê şermezar dikim ku îro çarşem hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka li Binkeya Eynuleseda Asmanî li parêzgeha Enbara li Iraqê kir armanc û li encamê da belênderek(mutahid) canê xwe ji destda. Sersaxiyê li malbat û kesukarên qurbaniyê dikim, li vê dema dijwar da hevsoz û hevxema wanim.

Dûbarebûna berdewamiya gef û êrîşên li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ku li ser daxwaza Hikûmeta Iraqa Federal ji bo piştgîrî û hevkarîkirina li rûbirûbûna terorê li Iraqê ne, bi tevahî dijî berjewendiyên Iraqe û aramiya welat û niha û paşerojê dixe metirsiyekî rasteqîn de.

Bêguman Iraq li rewşa niha da hê jî pêwîstî bi berdewamiya hevkarî û yarmetîdana Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo rêgirîkirina bihêzbûna Da’îş û ji navbirina yekcarekiya wê rêxistina terorîstiye roj bi roj gef û metirsiya wê zêdetir dibê û kirdarên serbazî û tevgerên wê yên terorîstî berfirehtir dibin.

Daxwaz ji Hikûmet û Parlemen û hêz û aliyên siyasî û pêkhat û gelên Iraqê dikim beramber van êrîşan bê deng nemînin û rê nedin li ser hesabê berjewendî û paşeroja wan, Iraq bikin qada pêkdadan û yek alîkirina gengeşeyan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.03.2021

Back to top button