Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîrê Polonyayê civiya
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Mateusz Morawiecki Serokwezîrê Polonyayê civiya.
Di civînê da peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Polonyayê, rewşa siyasî ya Iraqê, şerê li dijî terorê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez li ser xwesteka dualî ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş bi taybetî di warên aborî, bazirganî û akademî da kirin. Serok Barzanî spasiya Polonyayê kir ku di dema şerê li dijî DAIŞê da piştgirî û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Bandor û encamên şerê Ukraynayê, kirîz û pirsgirêkên di warê enerjiyê da û hewlên çareserkirina wan û çendîn mijarên xwedî berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistan – Iraq