CîhanRojev

 Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeka Yekêtiya Ewropayê dicive

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya helwestê Yekêtiya Ewropayê û daxuyaniya wê  li ser êrîşa mûşekan bo ser Hewlêrê kir û tekîd li ser giringiya hebûn û rola Yekêtiya Ewrpa û saziyên wê li Îraq û Herêma Kurdistanê kir  ku, dikarin di warên cuda da alîkar bin, bi taybetî di warên demokrasî, mafên mirovî, çaksazî û dadwerî û gelek warên din ku  ji bo niha û paşeroja Îraq û Herêma Kurdistanê pêdivî ne.

Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 15.03.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Vella Vareula sefîrê Yekêtiya Ewropa û xatûn Anne Meskanen seroka şandiyê rawêjkarî yê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê kir.

Di civînekê da, pêşhatên dawyê yên rewşa siyasî li Îraqê û gefên li pêşiya wê, êrîşa mûşekan bo ser Hewlêrê, xebatên pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê, berhevî, rol û çalakiyên Yekêtiya Ewropayê yên di warên cuda da li Îraq û Herêma Kurdistanê, xebatên hevbeş, pirsa koç û koçberan û mafê mirovî û azadiyan, rewşa şerê Ukrayina û Rûsyayê  bandor û verêja wî şerî li ser deverê gotubêj kirin.

Balyozê Yekêtiya Ewopayê li Îraqê, behsa kar û çalakiyên Yekêtiya Ewropayê  û saziyên wê li Îraq û Herêma Kurdistanê û planên  paşerojê  kir.  Wî di axaftina xwe da tekîd li ser xwesteka Yekêtiya Ewropayê ya ji bo pêşxistina têkeliyên xwe digel Îraq û Herîma Kurdistanê û alîkarîkirina wan ji bo bihêzkirina  saziyan, rêvebrin, avedanikirin, sektora berhemanînê û sîstema banikî  kir.

Seroka şandiya rawêjkarî ya Yekêtiya Ewropayê jî hemû berhevî û pşitevaniya  xwe ji bo pêşkeşkirina alîkarî û pişitevanêyê bo Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan da,  daku di warê medenî da ew alîkar bin û Herêma Kurdistanê jî bikare  ji bernameyên şandiyê Yekêtiya Ewropayê mifadar be,  karkirin li ser çaksaziyan di sektora sivîl da  ku, warên taybet bi tawanên  rêkxistî, koça neyasayî, parastina şûnwaran, birêvebrina kirîzan, mijarên cênder, dadwerî û çend warên din bi xwe digre.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve,  spasiya helwestê Yekêtiya Ewropayê û daxuyaniya wê  li ser êrîşa mûşekan bo ser Hewlêrê kir û tekîd li ser giringiya berhevî û rola Yekêtiya Ewrpa û saziyên wê li Îraq û Herêma Kurdistanê kir  ku, dikarin di warên cuda da alîkar bin, bi taybetî di warên demokrasî, mafên mirovî, çaksazî û dadwerî û gelek warên din ku  ji bo niha û paşeroja Îraq û Herêma Kurdistanê pêdivî ne.

Back to top button