Serok Nêçîrvan Barzanî digel fermandarê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî civiya
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 17.12.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya General Kevin Lehî Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê kir.
Di civînekê da ku, Wezîrê Pêşmerge jî tê da amade bû, pêşhatên dawî yên rewşa ewlekarî ya Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin, Herwesa di çarçoveya xebatên berhingarbêna terorê û jinavbirina paşmayên DAÎŞê tekez li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê digel Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê da balkişand li ser giringiya berdewamiya piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraqê û hemahengiya hevbeş ya digel hevpeymanan di rûbirûbûna metirsiya terorîstan da bilind nirxand û berdewamiya hevkariyên di navbera hemû aliyan da wek kilîta bihêzkirina ewlehiya Iraqê da zanîn.
General Lehî rola Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan da bilind nirxand û pabendbûna hêzên hevpeyman li ser berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê bo parastina ewlehî û aramiyê û jinavbirina metirsiya DAIŞê dûpat kir. .
Pêdagirî li ser berdewamiya hemahengî û şêwirên hevbeş ji bo dabînkirina aramiyê û çareserkirina kêşeyên niha yên emnî li navçeyê û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş mijarên din ynê hevdîtinê bûn.