Serok behsa tawanên terorista kir
Serokê Kurdistanê pêşwaziya Muhened Şedad Birêveberê Karubarê Konsolgeriya Şahnişînê Urdin li Hewlêr kir.
Li hevdîtinê de ku bi mebesta gihandina nameya celaletê Paşayê Urdin bi Serok Barzanî hatibû saz kirin, Birêveberê Karubarê Konsolgeriya Şahnişîna Urdin li Hewlêr silavên celaletê Şah Abdullahê Paşayê Urdin bi Serok Barzanî gihand û balkişand li ser wê yekê ku Paşa û gelê Urdinê pêzanînekî zêde ji bo Kurdistanê û azayetî û qurbanîdana Pêşmerge li dijî terorîstan heye û hevxemî û serxweşiya Paşayê Urdinê bi Serok Barzanî û kesukar û malbatên Pêşmergeyên şehîd ragihand û eve jî xisterû ku helwesta Serok Barzanî li beranber teror û amadebûna li bereyên şer ya ji bo gelê Urdin û navçeyê wateyekî xwe yê zêde heye û hêvî jî xwest dawî bi êş û azarên gelê Kurdistanê bê û ragihand gelê Urdin ji bo dijayetî kirina terorê li gel gelê Kurdistanê rawestaye.
Li beranber da Serok Barzanî spasî rol û hevsoziya Paşa û gelê Urdinê kir û ji bilî wê balkişand li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistanê û Urdinê û tekez li ser pêşxistina peywendiyên her dû aliyan kirin û her wiha behsa hereşe û tehdîd û kirdarên hovaneya terorîstan kir û şehîd kirina firokevanê Urdinê bi mînakek anî ku hemû gelê Kurdistanê jî bi vê rûdawê xembar bûn.
Serok Barzanî behsa tawan û êrîşên terorîstan ya li ser Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku terorîstan şer li ser xelkê Kurdistanê da sepandin lê belê bi xweragirî û qehremaniya Pêşmerge niha destpêşxerî li destê hêzê Pêşmergeye û terorîst tûşî şikestên mezin hatin.
159