PolîtîkRojev

Serok Barzanî: Yên ku serkeftinê asteng dikin wê berdêla wê bidin

 

Serok Barzanî daxwaz ji siyasetmedarên Rojava kir ku dostayetî û hevbendîyên xwe bihêztir bikin.

Serok Barzanî herwiha rola PDK-S di şoreşên Îlon û Gulanê de bilind nirxand û hêvîya serkeftinê ji kongreyê re xwest.

Serok Mesûd Barzanî, bi beşdarîya di 12mîn kongreya Partîya Demokrata Kurdistana-Sûrîyê (PDK-S) ku li Hewlêra paytext hat lidarxistin de gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî, amaje bi wê yekê kir ku, wan hewlên Pêşmergeyên Roj di şerê DAIŞê de bilind nirxand û ragihand ku Pêşmergeyên Roj di şerê DAIŞê de şehîd dane.

Serok Barzanî got: “Ez sipasîya we dikim, her kesê ku di tevgera rizgarîxwazîya gelê me de ji berê û niha de rolek girîng lîztiye. Ez ji vir silavên xwe ji gelê me yê berxwedêr re dişînim. Silav ji koçber û kesên ku li vir in”. Serok Barzanî, amaje bi wê yekê jî kir ku ew hêvîdar in jîngehek ji bo Kurdên Rojava bê afirandin ku vegerin ser axa bav û kalên xwe û rûbirûyê wan zehmetîyên yekrêzîyê bibin û got: “Ji sala 2011 û vir ve ku bûyerên Sûrîyê dest pê kirine, me her tim piştgirî da ku hûn bibin yek û biryara ku hûn dixwazin bigirin”.

Serok Barzanî, daxwaz ji siyasetmedarên Rojava kir ku dostayetî û hevpeymanîyên xwe bihêztir bikin û got: “Ji bo têkoşîna netewî û yekîtîya netewî me piştgirî da hemû alîyên Rojava ku 3 kongre, du li Hewlêrê û yek jî li Duhokê pêk bînin. Mixabin astengî hatin çêkirin. Helbet rêya têkoşîna gel dirêj e. Yên ku serkeftinê asteng dikin wê berdêla wê bidin”.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku, ji bo têkoşînek rasteqîn ya niştimanî û xizmeta doza rewa ya gelê Kurd li Sûrîyê, her dem li gel wan in.

 

Back to top button